Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn

AMED TIMES –  Nexweşeke 40 salî ya navê wê G.D. ku li Edeneyê dijî, li benda xwedî zarokbûnê bû bi şîkayeta êşa zikê çû nexweşxaneyeke Amedê li wir hin tetkik lê kirin bijîşk piştî tetkîkan pê hesiyan ku kîtleyeke 10 kîlogram û çapa wê 30 cm ye heye. Piştî lêkolîneka bi hûrgilî nexweş G.D. bi lezginî girtin ameliyatê û ameliyeta G.D.yê bi serkeftî bi dawî bû. Bijişkê Nexweşiyên Jinan Opr.Dr.Fuat Zaman ‘’Ameliyeta me bi serkeftî bi dawî bû, heta 1-2 mehan dê nexweşa me jî baş bibe, piştî ku ew jî baş bû em ê dest bi tedawiya zarokan bidin destpêkirin.’’ Opr.Dr.Fuat Zaman wiha dewam kir ‘’Nexweşa me bi şîkayetên nepixina zede ya zikê, mezinbûna zikê, herikîna xwînê û nexwedîbûna zarokan hat, dema me ew kir ultrasyonê ku me dît kîtleyeka qasî 10 kg û çapa wê 30 cm gire dide li zikê nexweşê de heye. Kîtle zik û malzaroka  nexweşê dorpeç kirîbû me jî ji nexweşê xwe re go divê em ê wê bigrin amelîyatê piştî ku nexweşa me baş bû em ê fîlma malzaroka bigrin û gor wê dest bi tedawiya zarokan bikin.

Çavkanî: DHA