AMEDTIMES- Li Baxlara navçeya navendê ya, Amedê kevokên ku li "Otêla Kevokan" di odeyên ku ji hêla xwediyên wan tên kirêkirin da dimînin, xizmeta parastina ji kelekela havînê tê pêşkêşkirin.

Otêla ku li bajêr di 2014an da ji bo meraqdarên kevokan hat vekirin, ji cisnên cuda yên wekî “Şînesman”, “Etles”, “Zeytûnî”, “Xwelîreng”, “Narencî” û “Cîgerî” mazûvaniya qedera 10 hezar kevokan dike.

Li otêla ku bi tevahî ji 100 odeyî pêk tê û 24 saetan bi pergala kamerayê û notirvan va tê parastin, rêveberî bi hin rêbazan va xizmeta hênikkirinê pêşkêşî kevokên li otêlê dimînin dike.

Ji bo ku kevok hênik bibin rêveberiya otêlê perwane danîne odeyên wan û her wiha derfeta hewzê serşûştinê tê dayîn û ava wan bi cemedê tê sarkirin.

Rêveberê otêlê Mehmet Batmaz, diyar kir ji bo ku ew bi awayê herî baş kevokan biezimînin, ew pir bi hûrgilî xizmetên xwe pêşkêş dikin.

Batmaz bal kişand ku tijîbûna otêlê gihîşt asta ji sedî 100an û wiha dewam kir, “Niha kevokên xwemalî yên Tirkiyeyê û kevokên herî bedew ên dinyayê hene. Çûkên me hene ku nirxê wan digihêje heya 250 hezar û 500 hezar lireyî.”

"Di hefteyê de 5 caran em kevokan di hewzê avê da dişon da ku hênik bibin"

Batmaz destnîşan kir ku li bajêr havîn pir germ derbas dibe û wiha dewam kir, “Em di hefteyê da herî kêm 5 caran wan di hewzê avê da dişon da ku hênik bibin. Her wiha ji bo hênikbûna siruştî em perwaneyan diemilînin. Her wiha em di hênikahiya êvarê de kevokan derdixin ser banî. Em cemedê dixin avdankên wan.”

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

Meraqdarê kevokan Îhsan Kelekçiyê 75 salî diyar kir ku 65 sal e ew kevokan xwedî dike.

Kelekçî bal kişand ku dema ew bi kevokan mijûl dibe, ew ji stresê dûr dikeve. Kelekçî diyar kir ku wî ji bo kevokên xwe yên ku berê li hewşa xwe di peltikê de xwedî dikir, niha odeya otêlê kirê kiriye.

Çavkanî: AA