AMEDTIMES- Amedspora ku di Lîga Yekem a Tirkiyeyê de têdikoşe dê îro saet 21:00ê mazûvaniya Istanbulsporê bikê.Serokê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) Îbrahim Hacîosmanoglu beriya were hilbijartin soz dabu ku were hilbijartin dê ewil lîstika Amedsporê temaşe bike.

Çû Amedê

Hacîosmanoglu soza xwe girt û doh berê xwe da Ameda Bakurê Kurdistanê.

Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn

Hacîosmanoglu bi Serokê Amedsporê Azîz Elaldi re li nava bajêr û li cihên dîrokî yên bajêr geriya û ji aliyê xelkê ve bi awayekî germ hat pêşwazîkirin.

Seroka Şaredariyê, Serokê TFFyê, Serokê Amedsporê û Parêzgar bi hev re rûniştin

Amedsporê jî ew vexwend şîvê û bi Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parêzgarê Amedê Murta Zorluoglu û Serokê Amedsporê Azîz Elaldi re li ser yek maseyê rûniştin.

Çavkanî: Rûdaw