AMED TIMESASAL Lêkolîn, piştî ku li Tirkiyê pêşî ketina platforma Instegramê , piştre jî ketina platfoma leystikê ya Robloxê hat qedexe kirin, li ser mijarên germ anketek pêk anî.

Ji beşdaran hat pirsîn ku ew herî zêde kîjan platformên medya civakî bikar tînin.

Di anketa ku 2 hezar kes tê de beşdar bûn de, Instagram herî zêde bersiv girt, di anketê de daneyên li ser hilbijêrên partiyan jî hat eşkere kirin.

Whatsapp Image 2024 08 09 At 143835 1

Li gor daneyên ku bi wê anketê hatine bidest xistin;

Ji sedî 30,5ê beşdaran gotine "Instagram", ji sedî 20,3 jî gotin "Facebook".

Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e

Rêjeya kesên ku gotin X (Twitter), ji sedî 18,6 e, yên ku gotin YouTube ji sedî 14 ye.

Yên ku navê Tiktokê gotine %7.4 e ku Serokê Komîsyona Medyaya Dîjîtal a TBMMê û Parlamenterê Hatayê yê AK Partiyê Huseyîn Yayman li ser Tiktokê gotibû "Pirsgirêka ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ye." 

Di anketê de tercîhên hilbijêrên partiyan ên ku medyaya civakî bikar tînin jî hatine analîzkirin.

Instagram hilbijartina yekem a hilbijêrên; AK Partî, CHP, MHP, DEM Partî û İYİ Partiyê ye.

Sê partiyên sereke yên ku hilbijêrên wan herî zêde Instagramê bikar tînin, İYİ Partî, Dem Partî û MHP ne.

Di nav partiyan de partiya ku hilbijêrên wê herî zêde TikTok bikar tîne CHP ye.

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN