Giştî

Herî zêde hilbijêrên kîjan partiyê Instegramê bikar tînin : Ji 2 hezar kesan hat pirsîn

Piştî ku li Tirkiyê Instegram hat qedexe kirin, kompanya lêkolînê ASAL, li ser gelo li Tirkiyê herî zêde kîjan platforma medya civakî tê bikaranîn lêkolînekî kir. Li gor encamên lêkolînê hilbijêrên 3 partiyên ku herî zêde Instegramê bikar tînin : Partiya İyi, Partiya Dem û MHP ye.

AMED TIMES - ASAL Lêkolîn, piştî ku li Tirkiyê pêşî ketina platforma Instegramê , piştre jî ketina platfoma leystikê ya Robloxê hat qedexe kirin, li ser mijarên germ anketek pêk anî.

Ji beşdaran hat pirsîn ku ew herî zêde kîjan platformên medya civakî bikar tînin.

Di anketa ku 2 hezar kes tê de beşdar bûn de, Instagram herî zêde bersiv girt, di anketê de daneyên li ser hilbijêrên partiyan jî hat eşkere kirin.

Li gor daneyên ku bi wê anketê hatine bidest xistin;

Ji sedî 30,5ê beşdaran gotine "Instagram", ji sedî 20,3 jî gotin "Facebook".

Rêjeya kesên ku gotin X (Twitter), ji sedî 18,6 e, yên ku gotin YouTube ji sedî 14 ye.

Yên ku navê Tiktokê gotine %7.4 e ku Serokê Komîsyona Medyaya Dîjîtal a TBMMê û Parlamenterê Hatayê yê AK Partiyê Huseyîn Yayman li ser Tiktokê gotibû "Pirsgirêka ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê ye." 

Di anketê de tercîhên hilbijêrên partiyan ên ku medyaya civakî bikar tînin jî hatine analîzkirin.

Instagram hilbijartina yekem a hilbijêrên; AK Partî, CHP, MHP, DEM Partî û İYİ Partiyê ye.

Sê partiyên sereke yên ku hilbijêrên wan herî zêde Instagramê bikar tînin, İYİ Partî, Dem Partî û MHP ne.

Di nav partiyan de partiya ku hilbijêrên wê herî zêde TikTok bikar tîne CHP ye.