Giştî

Hevseroka Şaredariya DEM Partiyê îstîfa kir

Hevseroka Şaredariya navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê ragihand ku wê ji ber pirsgirêkên tenduristî ji erka xwe îstîfa kir.

AMEDTIMES- Hevseroka Şaredariya navçeya Serê Kaniyê Rahşan Yazarê îro li ser hesabê xwe yê medayaya civakî ragihand ku wê ji erka xwe îstîfa kiriye.

“Rêya min her demê rêya partiya min e”

Rahşan Yazarê diyar kir ku ew rûbirûyî pirsgirêkên tenduristiyê yên nepêşbînîkirî bûye û ji ber wê neçar maye ji erka xwe îstîfa bike û got:

“Divê bê zanîn ji ber ku ez nikarim wekî pêwîst erka xwe yê hevserokayetiya şaredariyê bi cih bînim, neçar mam bihêlim.

Lê rêya min her demekê heman rêya partiya min e.”

“Ez nikarim erka xwe berdewam bikim”

Rahşan Yazar amaje bi wê yekê kir ku carna jiyana mirovan yekser diguhere û got:

“Sîstema tu di nav de yî carna serûbin dibe û mirov neçar dibe tevî ku ne bi dilê xwe be jî hinek biryaran bide.

Tu dest bi rêyekê dikî û ji bo armancekê hewl didî û têkoşînê dikî. Lê tu hew dinêrî tiştek wiha dibe ku mixabin tu neçar dimînî bêhnvedanekê bidî.

Ez jî niha di jiyana xwe de rûbirûyî rewşek nepêşbînîkirî bûm. Ji ber wê ez nikarim erka xwe berdewam bikim û ji bo vê yekê jî gelekî xengîn im.”

Di hilbijartinên 31ê Adara îsal de DEM Partiyê Ugur Kahraman wekî berbijêrê fermî nîşan da û bi rêjeya ji sedî 46ê dengan bû serokê Şaredariya Serê Kaniyê.

Rahşan Yazar jî ku keça siyasetmedarê Kurd Ferîdûn Yazar e erka hevserokayetiya şaredariyê bi rê ve dibir.