AMED TIMES – Serokê Şaxa Amedê ya İHDyê Ercan Yılmaz daxuyand ku ew demekê dirêj e tevgerên antidemokratik û bêmafî didome. Yılmaz got ku ‘’Li girtîgehan binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe. Girtiyên girtîgehan serî lê didin ku mafên wan ên rewa jî tên binpêkirin û nikarin xwe bigihînin mafên xwe yên rewa. Li ser wan me raporek amade kir, me hevdîtin pêk anî tevî burokratên ku bi van meseleyan re têkildar in. Lê mixabin encamek nade ku ew astengî ji holê rabin. Hevdîtînên ku em bi girtiyan re pêk tînin dibînin ku binpêkirina mafan dewam dike. Biryara hevdîtin û pêşniyazên Hevyekî û Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê, li gor tespîtên komîsyonên mafên mirovan ya partiyên ku li TBMMyê ne binpêkirina mafên mirovan berdewam e û heta zêde jî bûye. Em bang li Wezareta Dadê, Rêveberiya Giştî ya Ceza û Malên Tevkifê û li Saziya Hevyekî û Mafên Mirovan ya Tirkîyeyê dikin, li Tirkîyeyê li girtîgehan bi awayekî pergalî mafên girtiyan tên binpêkirin.

 “Girtî di nav tecrit û îzolasyonê de ne”

Rêvebirê şaxê ya İHD Ali İhsan Demirtaş diyardeyên roparê daxuyand. Girtîgeha Giresun Espiyeyê ya tîpê Lyê de wexta girtî sewqî nexweşxaneyan dikin hûndirê devê wan digerin ku ev jî erza wan dişikîne. ‘’Ji ber ku girtî vê yeke qebûl nakin ew 3 sal in naçin nexweşxaneyan, li girtiyan xeynî nexweşiyên heyî nexweşiyên din jî dest pê kirine. Girtî  ger ji ber avahiya girtîgehan  ger jî tevgerên ku li girtîgehan di bin tecrit û îzolasyonê de ne. Girtî wexta cara ewil diçe girtîgehê rastî ‘’lêgerîna tazî’’ tên û girtîyên ku lêgerîna tazî qebûl nakin jî 1-2 rojan li odeyên muşahedeye didin sekinandin û li wir jî rastî hekaretan tên.’’

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

“Tiştên ku li kantînê tên firotin buha ne û bêkalîte ne”

Demirtaş daxuyand ku bedela ceyrana ku girtî li odeyên xwe kar tînin zêde ye, berhemên ku li kantînan tên firotin buha ne û bêkalite ne, girtî bi sedan kilometre ji dûrî malbatên xwe ne û daxwaza wan a sewqê jî bêyî ku sedem were gotin tên redkirin. Her wuha ji bo girtiyên jin pedên hîjyenîk û pêwistiyên din ên taybet bê pere nadin û tiştên ku bo jinan pêwist in li kantînan bi buhayeke pir bilind tên firotin.

Çavkanî: Navenda Nûçeyan