Giştî

ÎLIÇ: Anagoldê 187 karker ji kar derxistin

Kompanyaya Anagoldê li navçeya Îliçê ya parêzgeha Erzinganê bêyî ku sedemekê nîşan bide 187 karker ji kar derxistin

AMEDTIMES- Sibata îsal madena zêr a Kompanyaya Anagoldê ya li navçeya Îliçê herifîbû û 9 karkeran canê xwe ji dest dabû. Li Kompanyaya Anagoldê 610 karker dixebitîn.

Niha wê kompanyayê bêyî ku sedemekê nîşan bide 187 karker ji kar derxistin. Karkerên Kompanyaya Anagoldê dibêjin ew berdêla şaşî û qisûrên berpirsan didin.

“Min xwe fedayî vê derê kiriye”

Karkerê bi navê Bilal Budak ji Rûdawê re got: “Îro 187 kes, 187 hên me ji kar hatin derxistin. Me hîn êşa hên xwe yên ku canê xwe ji dest daye, ji bîr nekiriye, niha jî em bi vê êşê re rû bi rû bûn. Berpirsyariyên min hene, zarokên min hene, kesên ez xwedî dikim hene. Ez 45 salî me, min xwe fedayî vê derê kiriye, ez dê piştî vî temenî biçim kû derê.”

Karker dibêjin bi vekirina vê madenê li herêmê sektora ajeldariyê jî nemaye û niha ti karê ku bikin nîne. Ji ber wê jî karker daxwaza çareseriyê dikin.

Karker Siddik Gul jî got:

“Ez bi xwe li wê derê sala 2014an di bin axa herifî de mam lê ji ber ku kompanya zerarê nebîne, min gilî nekir. Niha piştî 15 salan bi peyamekê min davêjin ber derî.”

“Mirov xapandin û pîşeya bav û kalan bi wan da jibîrkirin”

Karker Umit Şirin jî got:

“Berî salan hatin li vê derê kana madenê vekirin û mirov xapandin û pîşeya bav û kalan bi wan da jibîrkirin.Xelkekî ku berhem dianî, bû xelkekî serfkar. Ez li wê derê 8 salan xebitîm, min pişika xwe ji dest da û bi nexweşiya pişeyê ketim. Ez malnîşîn bûm û niha jî doza min berdewam dike. Tenduristî, aramî û canê me ji me standin û niha jî karê me ji me distînin.”

Li Kompanya Anagoldê 610 karker dixebitin û di qonaxa yekem de 187 karker ji kar hatine derxistin.

Lê ji bilî kompanya serekî 60 kompanyayên ser bi wê yên ewlehî, xwaringeh û xizmetguzariyê hene ku bi sedan karker li wan dixebitin. Tê çaverêkirin ew karker jî ji kar bên derxistin.