Giştî

Ji meteorolojiyê ji bo 10 parêzgehan hişyariya taviya giran

Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku ji bo Îzmir, Manîsa, Aydin, Balikesir, Kutahya, Uşak, Afyonkarahisar, Isparta, Burdur û Antalyayê taviya baranê tê pêşbînîkirin.

AMEDTIMES- Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê, tê pêşbînîkirin ku piştî nîvro ji bo deverên hundirîn ên Îzmir, Manîsa û Aydinê, başûrê Balikesirê û her wiha deverên hundirîn ên Kutahya, Uşak, Afyonkarahisar, Isparta, Burdur û rojavayê Antalyayê taviyeke giran a baranê dê were.

Tê texmînkirin ku ev şert û mercên hewayê dê heya saet 21.00ê bidome