Giştî

Ji pisporeke Amedê hişyarî: Merhema tavê têrî parastinê nake

Pispora Dermatolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî Nur Ecer, der barê xisarên rojê yên li ser çermê me û tevdîrên parastinê, agahiyên girîng da. Ecer bal kişand ser bandorên neyînî yên zêdebûna tîrêjên rojê û bi taybetî di mehên havînê de ku bandor li ser tenduristiya çerm dike.

AMED TIMES - Pispor Ecer, diyar kir ku her çend sûdên rojê ji bo tenduristiya mirovan tê zanîn jî, lê tîrêjên tavê yên zêde û bêkontrol, li ser çerm dibe sedema pirsgirêkên cûrbecûr û wiha got:

"Bandora xisar a tîrêjên rojê ji tîrêjên UV pêk tê. Tîrêjên UV jî ji 3 cureyan pek tê: UVC, UVB  û UVA. Dema ku tîrêjên UVC, ji hêla tebeqeya ozonê ve têne kişandin, 'UVB nikare ji cama pencereyê derbas bibe, û tîrêjên UVA dikare ji vê camê derbas bibe û bigihîje çerm. Tîrêjên UVB û UVA di kalbûnê û nexweşînên pençeşêrê yên çerm de rolên girîng dilîzin. Ji ber vê yekê, divê cureyên merhemên tavê ku dikare li hember herdû cûreyên tîrojan parastinê bike bên bijartin."

Ecer bandorên rojê yên li ser çerm bi sernavê wiha rêz kir:

- Şewitandina ji ber tîrojên rojê: Di encama girtina zêde ya tîrêjên UV de, sorbûna çerm, şewitîn û avkomkirina çerm çêdibin.

-Penceşêrên çermî: Penceşêrên çerm ku her diçe zêde dibin, ji ber bandorên tava bêkontrol, zêde li ber tavê mayîn û di zarokatiyê de ji tîrojên rojê bandorên neyînî girtinê peyda dibin û encamên xeter peyda dikin. 
- Pîrbûna Çerm: Di encama fotopîrbûnê de dibe ku ziravbûna çerm, qermîçokên kûr û deq çêbibin.

- Deqên Çerm: Tîrojên rojê yên zêde dikarin bibin sedema guhertinên pigmentasyonê li ser çerm.

Ecer her wiha diyar kir ku tîroj dikare nexweşiyên dermatolojîk ên heyî girantir bike û di havînê de nexweşiyên çerm zêde bibin. Wê di derbarê tedbîrên parastinê de pêşniyarên wiha kir:

- Divê hûn di navbera saet 10:00 û 16:00 de li derve nebin, dema ku tîrêjên UVB herî zêde ne.

- Divê qadên bi sîwan bên tercîhkirin; Lêbelê, ewr tenê %30-50ê UV-ê kêm dike.

- Divê cil û bergên pembû, kimik û berçavkên rojê bên bikaranîn.

- Divê kêmtirîn 30 deqîqe (xulek) beriya derketina derve, ji her 3-4 demjimêran carekî merhemên tavê yên xwedî parastina baş û payebilind bên bikar anin. 

Di dawiyê de Ecer destnîşan kir ku merhemên tavê (sunscreen) bi tena serê xwe ji bo parastinê têr nake û bal kişand ser girîngiya tedbîrên parastina laşî. Pispor Ecer diyar kir, divê dema ku li ber tavê derbas dibe bi qasî ku tê kurt kirin, bê kurt kirin.