Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

AMEDTIMES- Masî her sal di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê da koçî avên şêrîn dikin ku xerzên xwe daynin û ji bo vê jî berevajî avên herikbar avjeniyê dikin. Masiyên ku di dema koçkirinê de balê dikişînin, li Wan û Bêdlîsê deriyê debara bi hezaran kesan e jî.
Masî kefalênli bajêr di nava nirxên herî bi qîmet da cih digire û salane hezar 10 hezar tonî masî tên girtin. Ji bo zêdekirina nirxê wan ê aboriyê û seba ku bi awayên cuda jî werin xwarin, xebat hat kirin.
Di vê çarçoveyê de bi teşebisa Parlamenterê Wanê yê AK Partiyê Kayhan Turkmenoglu Rêveberiya Çandinî û Daristanê çendek berê ji Çanakkaleyê ra 50 ton masîpehê încî  şand.
Masiyan li vê derê di fabirqeya dardanelê de kirin konserve ku li marketan were dê firotin.
Bi saya çêkirina konserveya masiyan, ji bilî sezona girtina masiyan jî meriv dê bikaribe di demên din de jî masî kefalan  bixwin û bi vê yekê tê xwestin ku pêşî li ber girtina qaçaxî ya masiyan jî were girtin.
Rêvebirê Bajêr yê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Gorentaş got ku masî kefal piştgiriyeke mezin dide aboriya bajêr û welêt.
Yaşar Ozdemirê ku bavê 4 zarokan e û di Gola Wanê da masîgiriyê dike jî got ku masî kefal di serdema qedexeya girtinê da baş hatin parastin.B A L I K1

Çavkanî: AA