AMEDTIMES- Çiyayê Agiriyê li parêzgeha Îdirê ye û çiyayê herî bilind e. Navenda Perwerde û Lêkolînê ya Çiyayê Agirî ya Zanîngeha Îdirê bi piştgiriya Saziya Lêkolînên Zanistî û Teknolojiyê ya Tirkiyeyê, çend zanîngehên Tirkiyê xwendekar û akademisyen bi projeyekê vexwendin Çiyayê Agiriyê. Lêkolîner çûn Newala Ahura ku niha jêre tê gotin Newala Cehenemê û li wir dest bi lêkolînan kirin.

Lêkolîner li ser etnografiya herêmê dixebitin

Akademîsyen Dr. Mehmet Alî Sevgî behsa sedema derketina Çiyayê Agiriyê kir û wiha got:

“Di vê projeyê de me xwendekarên ji dibistan û beşên cuda vexwendine. Ji bo di aliyê etnografîk de li herêmê lêkolînan bikin di projeyê de cih girt. Her wiha mamosta û akademisyenên ji dibistanên bajarên cuda hene. Du rojan me perwerdeya teorîk dît, niha jî wekî hûn dibînin em hatine nav xwezayê.”

Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê

Lêkolîner û xwendekaran di çarçoveya dersê de li gelek cihên dîrokî yên vê navçeyê geriyan. Çûn gundê Ahurayê yê li newalê û li guhdarî çîroka avabûna gund kir.

Li ser çanda xelkê gund û jiyana wan lêkolîn kirin û wextekî xweş bi xelkê gund re derbas kirin.

“Ev der herêmeke girîng e”

Mamosteya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Oya Topdemîr Koçyîgîtê jî li ser bernameyê wiha got:

“Ji aliyê dîrokî, çandî û cografî de ev der devereke gelekî giring e. Pêwîst e xebatên giring derbarê vê herêmê bên kirin. Ez sosyal-antropolog im, ez difikirim ku ev der di vî warî de gelekî bi qîmet e.”

Zanîngeha Îdirê pêşengiya vê projeyê dike.

Ji zanîngehên Yuzuncu Yilê ya Wanê, zanîngehên Anadolu, Îstanbol û Acibademê mamoste û akademisyen beşdarî vê projeyê bûne.

Ew di çarçoveya projeyê de lêkolînan dikin û di heman demê de demeke xweş jî di nav xwezayê de derbas dikin.

Çavkanî: Rûdaw