AMEDTIMES- Li 11 parêzgehên Tirkiye li dijî kesên ku li ser înternetê madeyên hişbir difiroşin operasyoneke ku bi navê “Narkoçelîk-34” hat li darxistin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku navenda operasyonê bajarê Eskişehirê yê Tirkiyeyê ye.
Parêzgehên ku operasyon lê hatine kirin ev in: Eskîşehîr, Edene, Enqere, Antalya, Aydin, Manêsa, Çanakkale, Hatay Riha, Osmaniye û Amed.
Alî Yerlîkaya da zanîn ku hêzên ewlehiyê di operasyonê de bi ser 74 navnîşana de girtiye. Di encama operasyonê 103 kes hatin desteserkirin û ji wan 100 kes hatine girtin.