Giştî

Li 78 bajêrên Tirkiyê 1790 çek hatin desteser kirin

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yêrlîkaya, daxuyand ku di operasyonên 5 roj li 78 bajêran bi navê "Mercek-22" hatine lidarxistin de; 1790 çek hatine desteser kirin.

AMED TIMES - Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di operasyonên "Mercek-22" ku 5 roj, li 78 parêzgehan, li dijî qaçaxçiyên çekan û kesên çekên bêrûxset li ser xwe digerînin de; 1790 çek hatin bidestxistin û der heqê 1847 bergumanan da jî lêpirsîn hatine vekirin.

Yerlikaya, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn ku ji aliyê fermandariyên cendirmeyên parêzgehan û midûriyetên ewlekariya parêzgehan ve li 78 parêzgehên ku Stenbol, Îzmir, Diyarbekir (Amed) û Edene jî di nav da ye, operasyon hatin lidarxistin.

Wezîrê Navxweyî anî ziman ku dê ji bo ewlehiya civakî, bergirî û hewldanên ewlekariyê berdewam bikin.