Giştî

Li Amedê bikaranîna enerjiya rojê zêde dibe

Bihabûna nirxê elektrîkê wiha dike ku gelek kargeh êdî berê xwe bidin enerjiya rojê.

AMEDTIMES- Li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê, xwediyên kargehan yek bi yek sîstema enerjiya rojê li ser banê kargehên xwe datînin.

Bi giştî 350 kargeh li devera pîşesazî hene û ji wan 67an sîstema enerjiya rojê ava kiriye û 60 megawat elektrîkê berhem tînin.

Herwiha 74 kargehên din jî dixwazin wê sîstemê deynin û projeyên wan hene.

Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê Mustafa Fîdan got:

"Wekî hûn dizanin divê ji EPDKyê îcaze bêne girtin û piştre pêvajo salek û sal û nîvekê berdewam dike.

Di nav sal û nîvekê de 50 megawatê din tê avakirin û li herêma pîşesaziya me enerjiya ku tê berhemanîn digihe 110 megawatan.”

Xwediyê kargehên ku sîstema enerjiya rojê ava kiriye dibêjin, xerciyên wan gelekî kêm bûne û li hemberî rikeberê xwe bihêztir bûne.

“Em ji sedî 70yê enerjiya xwe dabîn dikin”

Xwediyê Kargeha Caman Recep Yaşar jî got:

“Dahata sîstema enerjiya rojê ji me mehane herî kêm 500-550 hezar lîre ye.

Em ji sedî 65-70yê enerjiya xwe ji vê sîstemê dabîn dikin.

Me 660 hezar dolar li vê sîstemê xerc kir û di nav 24 mehan de pereyê wê li ve vegeriyan.”

Her kargehek li gorî kapasîteya xwe dikare di navbera ji sedî 40 û 70yî de enerjiya xwe ya elektrîkê ji sîstema enerjiya rojê dabîn bike.

Li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê niha ji sîstema enerjiya rojê salane 258 milyon lîre sûd tê wergirtin ku dike nêzîkî 7 milyon û 700 hezar dolar.