Giştî

Li Amedê çêkirina 6 hezar avahiyên erdhejê temam bû

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Murat Kurum ragihand, piştî erdhejên navend Meraş li Amedê dest bi çêkirina 10 hezar avahiyên erdhejê kirine û jê 6 hezar qediyane.

AMEDTIMES- Di daxuyaniya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê de hat diyarkirin çêkirina avahiyên erdhejê didome û yên temam bûne jî teslimî xwediyên wan dikin.

Hat diyarkirin Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) li Amedê projeya 20 hezar û 286 avahiyan ku ji 14 beşan pêk tê daye destpêkirin û hatin ku jê 6 hezar qediyane û 3 hezar û 839 xwedîheq derbasî malên xwe yên nû bûne.