Giştî

Li Amedê Çêlekê ku ketibû rûbarê bi makîneya kar hat filitîn

Hezro ya navçeya Amedê do êvarê çêlekek ket rûbarê piştî agahdariyê makîneya kar ya Şarederiya Hezroyê hat û çêlek ji rûbarê filitand

AMED TIMES – Bûyer doh rûbara di navbera taxên  Tavşantepe û Bagyurduyê çêbû. Piştî agahdarkirinê makîneya kar ya girêdayî Şaredariya Hezro sewqê cihê bûyerê kirin.

 Tîmên girêdayî Şaredariya Hezroyê bi makîneya kar ya şaredariyê çêlek ji rûbarê filitandin. Piştî ku çêlek hat filitandin aliyê beytarê ve hat muayenekirin û teslîmê xwediyan kirin.