AMEDTIMES- Doh li navçeya Farqînê ya Amedê ji bo xwe hênikbikin û masiyan bigrin Hasan Binen(31) çû gola Bendava Malabadî û ket avê, Binen di nav avê de winda bû. Li ser agahdarkirinê Lêgerîn û Xilaskirina Cendirmeyan(JAK), AFAD û Tîma Lêgerîn û Xilaskirinê ya Zanîngeha Dîcleyê(DÜDAK) û tîmên îtfaîyeyê sewqê cihê bûyerê kirin. Piştî lêgerinê dora sere sibê cenazeya Binen hat dîtin. Ji bo lêpirsîna berfireh cenaze sewqî Adlî Tipê kirin.
Lêpirsina ser bûyerê jî hê berdewam e.
Çavkanî: IHA