AMEDTIMES- Narîn Gurana 8 salî demjimêr derdora 15:00ê roja çarşemê li gundê Çûlyeyê yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû.

Li ser agahdarkirina malbata zaroka 8 salî,  tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û cendermeyan ji bo dîtina wê li derdora gund  xebat da destpêkirin.

Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê Der barê bûyera kuştina Narîn Guranê da ji bo 9 gumanbaran daxwaza girtinê

Xebatên lêgerînê roja îro jî berdewam kir û heta niha nehatiye dîtin.

Arîf Guranê bavê Narîn Gûranê ragihand ku ew li her cihî li keça xwe digerin û got:

“Niha tîman xebatên xwe di kanala avdanê de zêde kirine. Tîm bêyî rawestan ji duh ve li ser xebatên lêgerînê berdewam dikin.”

Çavkanî: Rûdaw