Giştî

Li Amedê qezaya trafîkê, şivanek canê xwe ji dest da

Li Amadê şivanê ku xwest berbazê hemberê rê bibe jiyana xwe ji dest da.

AMES TIMES-Li gorî agahiyan nêzî gundê Sînanê ya navçeya Bismilê ya Amedê li ser riya Batman û Amedê şivanê bi navê Nacati Eridi ku 50 salî ye xwest derbazê hemberê rê bibe otomobîlek lê qelibî. Ajovanên ku qeza dîtin agahiya 112ê ya tîma tendûristiyê kirin. Piştî qezayê riya Batman û Amedê ji bo demekê kin hat girtin.

Jendirme û tîmên tendûristiyê hatin cihê bûyerê. Tîmên tendûristiyê ku bo şivan Eridî hatibûn ragihandin ku li cihê bûyera qezayê canê xwe ji dest daye. Cenazeya Eridi ji bo otopsiye rakirin Nexweşxaneya Bismilê.