Giştî

Li AVM ya Ceylan Karavilê agir

Li Amedê AVMya Ceylan Karavilê di depoya maxazayekê de agir derket.

AMED TIMES- Avmya Ceylan Karavilê ku agir pê ket û tirsek mezin kir dilê xebatkar û mêvanên xwe hem li Amedê û hem jî li herêmê yek jê mezintirîn avm ye. Li gorî îdîayan li depoya maxazeyekê agir derketiye û agir ji bo ku nepekê maxazayên din xebata vemirandinê dewam dikin.

Piştî derketina agirê zîyaretvan û xebatkarên avmyê bi awayekê lezgin hatin dûrxistin. Tîmên ewlehiyê ya AVMyê diyar kirin ku hemû kes ji avahiya AVmyê hatine derxistin.

Heta naha tu daxuyanî ji bo sedema derketina agirê nehatiye kirin, ji bo kontrolkirina agirê jî xebatên vemirandinê jî berdewam dike.