Herî zede Şamborek hatiye firotin lê piştre xwarinên cur bi cur jî çêkirine. Afşin dibêje ‘’Hûr û rîvî, kutîlk,guwec, goştê kelandî xwarinên ku li herêma me pir tên zanîn û xwarinên ku esnaf dixwazin em di kooperatifa xwe de dipêjin.’’
Afşin dewam kir û got ku ‘’Me xwest ku bi buhayeke erzan û paqij pêşberê xelkê xwe bikin. Me werê jî kir xwarinên me paqij, ewle û erzan e’’
Ji bo rojên taybet xwarinên taybet
Afşin got ku ew ji bo kesên ku ji bo rojên taybet xwarin dixwazin xwarinan çêdikin. ‘’Bi taybetî jî di sunetan de, menuyên rojan a jinan ji bo rojbûn û tazîyan jî em xwarin çêdikin.’’
Esnafekî jî wuha got ‘’ Ev der pir paqij e. ez bi hên xwe re bo hûr û rîvîyan bixwin hatim. Pir xweş çêdikin. Deste hemûyan sax be. em nikarin li cihên din xwarinên herêmî bibinin em tên vir. Buhayê xwarinan jî erzan e.’’