Giştî

Li Bursayê ciwanekî Sûriyeyî bi kêrê hat kuştin

i navçeya Înegolê ya parêzgeha Bursayê, ciwanekî Sûriyeyî bi derbên kêrê hat kuştin.

AMEDTIMES- Li taxa Sînan Begê ya navçeya Îngolê, di navbera ciwanekî Sûriyeyî û çend ciwanên Tirk de alozî derket.

Li gorî agahiyên li ser medyaya civakî hatine belavkirin, hinek ciwanên Tirkiyeyê êrişî ciwanê Sûriyeyî yê bi navê Hanî Qasim kir.

12 derbên kêran li Hanî Qasim hatin xistin û di encamê de wî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê jî piştî çend demjimêran yek ji êrîşkaran ê bi navê Î. C. desteser kir.

Hanî Qasim 23 salî ye û bavê wî Qasim Qasim ji destpêka şerê Sûriyeyê ve ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatiye girtin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.