Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê got ku wan li Çiyayê Cûdiyê yê li parêzgeha Şirnexê li dijî PKKyê dest bi operasyonekê kiriye.

Alî Yerlîkaya da zanîn ku Hêzên Taybet ên Cendirmeyan û cerdevanan beşdarî operasyonê dibin. Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya, di operasyonê de şikeftek hatiye teqandin ku cebilxaneya gerîlayan e.

Alî Yerlîkaya got ku hêzên wan dest daniye 753 bombeyên destî, hezar pîmên bombeyên destî, 11 keleşnîkofan, 5 tifingên nîşanê, 3 RPGyan, 2 tifingên lûledirêj û 2 kîlogram kelûpelên teqîner.

Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir Federasyona Komeleyên Jinan li ser kuştina jinan raporek belav kir

Ev bi salan e ku Tirkiye li herêm tim qedexeyan radigihîne û paşê li herêmên qedexekirî “operasyonan” dike.

Çavkanî: AA