Giştî

Li dibistanan zengila ewil dê ji bo "hefteya hînbûnê" lê xe

Îsal ji bo xwendekarên ku dê dest bi pêşdibistanê û pola yekem a dibistana seretayî bikin, zengila ewil dê sibê ji bo "hefteya hînbûnê" lê xe.

AMEDTIMES- Di bernameya hefteya hînbûnê da ya dê ji bo xwendekar û weliyan dorhêla perwerdeyê, mamoste û h bên nasandin, dê bi çalakiyên hevnasînê piştgiriya xwendekar û mamosteyan bê kirin.

Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê bi dest xist, îsal xebatên rêberiyê yên sala hîndekarî û perwerdeyê û her wiha perwerdeyên hefteya hînbûnê ya xwendekarên pêşdibistan û pola yekem a dibistana seretayî dê di 2-3yê Îlonê da bê kirin. Ji bo xwendekarên ku dê dest bi dibistana navîn bikin jî xebatên rêberiyê yên hefteya hînbûnê dê di hefteya 9ê Îlonê da bên kirin.

Ji bo malbatên xwendekarên dest bi dibistana seretayî dikin di roja ewil a perwerdeyê da pêşkêşiya "Hefteya Hînbûnê ya Pola Yekem a Dibistana Seretayî" dê were kirin. Her wiha di heman rojê da hundur û dervayî dibistanê dê ji bo xwendekar û malbatên wan bên nasandin. Di roja duyem a hefteya hînbûnê da jî çalakiyên hefteya hînbûnê dê bên kirin.