AMEDTIMES- Keleha Xarpêtê ya ji aliye Urartuyan ve 2 hezar û 800 sal berê li Elazîzê hatibû çêkirin bi xebtên restorasyonê ji bo tên nûjenkirin. Bi piştgirîya 6 mîlyon lîreyê ya Wezareta Çand û Turîzmê xebatên restorasyonê sûrên hilweşiyayî ya KS A R I N Celeha Xarpêtê dest pê kir.

Keleh piştî Urartuyan ket bin desthilatdaryên Partî, Roma, Sasanî, Bîans, Ebasî, Artuklî, Selçukî, Dulqadirî, Aqqoyunî û Osmaniyan ji ber vê jî nîşaneya gelek çandan jî li ser xwe dihewîne. Di kelehê de sûr, dêr û sarincên wê serdemê hene.

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

Dêra Meyremayê di sedsala 4an de hatibû avakirin yek ji avahiyên girîng e û naha jî sarinca ku berê 2 hezar 800 salan avabûye piştî xebatên restorasyonê ji bo geştyaran hatiye vekirin. Sarinc bala geştyaran dikêşe.

Çavkanî: AA