Giştî

Li Elezîzê sarinca avê ya bi qasî 2 hezar û 800 salî piştî xebatên restorasyonê ji bo turîzmê hat vekirin

Li Elezîzê sarinca avê ya ji serdema Urartiyan maye û bi qasî 2 hezar û 800 salî ku li Keleha Xarpêtê hatibû dîtin, piştî xebatên restorasyonê ji bo turîzmê hat vekirin.

AMEDTIMES- Keleha Xarpêtê ya ji aliye Urartuyan ve 2 hezar û 800 sal berê li Elazîzê hatibû çêkirin bi xebtên restorasyonê ji bo tên nûjenkirin. Bi piştgirîya 6 mîlyon lîreyê ya Wezareta Çand û Turîzmê xebatên restorasyonê sûrên hilweşiyayî ya Keleha Xarpêtê dest pê kir.

Keleh piştî Urartuyan ket bin desthilatdaryên Partî, Roma, Sasanî, Bîans, Ebasî, Artuklî, Selçukî, Dulqadirî, Aqqoyunî û Osmaniyan ji ber vê jî nîşaneya gelek çandan jî li ser xwe dihewîne. Di kelehê de sûr, dêr û sarincên wê serdemê hene.

Dêra Meyremayê di sedsala 4an de hatibû avakirin yek ji avahiyên girîng e û naha jî sarinca ku berê 2 hezar 800 salan avabûye piştî xebatên restorasyonê ji bo geştyaran hatiye vekirin. Sarinc bala geştyaran dikêşe.