Giştî

Li Îzlandayê volkanê lav û xwelî pijiqand

Li nîvgirava Reykjanesê ya li başûrê rojavayê Îzlandayê, volkanek teqiya û lav û xwelî pijiqand.

AMEDTIMES- Rayedaran derbarê fealiyeta volkanîk a li Nîvgirava Reykjanesê de daxuyanî dan. Rayedaran destnîşan kir ku piştî çend hejînan teqîn çêbû û volkanê lav û xwelî pijiqand û diyar kirin ku ev ji meha 12an ya sala 2023yan pê ve teqîna 6an e.

Rayedaran diyar kir ku bi bandora teqînê hinek rê hatine girtin û destnîşan kirin ku hê jî metirsiyeke mezin tuneye.