AMEDTIMES- Li Baxçeyê Miletê yê navçeya Onîkîşubatê kesek hat dîtin ku bê tevger razaye.Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Li gorî lêkolînan wî kesî canê xwe ji dest daye û ew polîsê malnişîn Bîlal Gokçelî yê 54 salî ye.Tîman piştî kar û xebatên Serdozgeriya Komarê ya Mereşê termê wî bir Saziya Pizîşkî ya Edlî.