Giştî

Li Rihayê dayik û keça wê ji ber elektrîkê canê xwe ji dest da

Li Akçakaleya navçeya Rihayê dayikek û keça xwe ji pêgirtina ceyranê canê xwe ji dest dan.

AMED TIMES-  Li Akçakaleya navçeya Rihayê dayikek û keça xwe ji pêgirtina ceyranê canê xwe ji dest dan.

Li taxa gundewar a Akçaliyê Zehra Elesli (50), dema li ser banê xwe yê yek qatî ava bacan radixist, ceyranê pê girt.

Keça Elesliyê Hatun Elesliya 15 salî dema xwest dayika xwe rizgar bike, ceyranê wê jî girt.

Dayik û keça ku bi giranî birîndar bûbûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakaleyê lê tevî hemî midaxeleyan nehatin rizgarkirin.

Piştî otopsiya li Saziya Tibba Edlî ya Şanliurfayê cenaze radestî xizmên wan kirin.