Giştî

Makbule Ozer hat berdan

Makbule Ozera 82 salî ku berî niha ji ber ku gelek nexweşiyên wê hebûn hatibû berdan lê careke din hatibû girtin îro careke din hat berdan.

AMEDTIMES- Kurê Makbule Ozerê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê dayîka xwe belav kir û ragihand:

“Dayîka min a ezîz Makbule Ozer vê sibehê bi awayekî lez û bez hat berdan.” Makbule Ozer 9ê Gulana 2022yan bi hinceta ku “alîkarî daye PKKyê” li navçeya Artemêtê ya Wanê hatibû girtin.

Ozer ji ber ku gelek nexweşiyên wê hene 7ê Îlonê hatibû berdan. Piştî ku Saziya Tiba Edlî got, “dikare di girtîgehê de bimîne” dubare hatibû girtin.

Meha Gulanê kurê Makbule Ozerê, Medenî Ozer li ser rewşa dayîka xwe  axivîbû û gotibû:

“Dayîka min 82 salî ye. Gelek nexweşiyên wê hene. Nikare li ser pêyên xwe bisekine û gelekî nexweş e. Hestiyên wê dihelin û divê her dem dermanan bixwe. Li girtîgehê 2 rojan carekê dibin nexweşxaneyê. Di nav 4 dîwaran de çiqasî dermanan bixwe jî bê fêde ye. Em bangî Wezîrê Dadê dikin ku dayîka min û hemû girtiyên di temenê wê de yên nexweş werin berdan.”