AMEDTIMES- Li Samsun, Sînop û Orduyê piştî ku qedexeya nêçîrê ya masiyan bi dawî bû, masîgiran got "Bismillah" û bi keştiyên xwe derketin behrê.

Li Sitargeha Masîgiran ya Canikê merasimek hat lidarxistin, masîgiran bi horonê reqs kir û destpêkirina demsalê pîroz kirin.

Walî Orhan Tavlî ji hemû masîgiran ra got bila ev demsal bi xêr û bereket be.

Rêvebirê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Îbrahîm Saglam jî bi bîr xist ku qedexeya nêçîrê ya ku di 15ê Nîsanê da dest pê kiribû, di 1ê Îlonê de bi dawî bû.

Saglam ji masîgiran xwest ku bila ew li gor qedexeyên nêçîrê tevbigerin û wiha axivî: "Sedema qedexeya nêçîrê heye. Em dixwazin ku hem welatiyên me masiyan bi erzanî bixwin û hem jî ji nifşên dahatûyê ra karê masîvaniyê ya domdar bimîne. Divê ji her zindiyan ra derfet bê dayîn ku di demsala cotbûnê da ew zêde bibin."

Saglam anî ziman ku heke masîgir 15 rojan sebir bikin masî wê hê zêdetir û birûn bin.

Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kesek ji aliyê polîsan ve hat kuştin

Parlamenterê CHPyê yê Samsunê Murat Çan, Şaredarê Bajarê Mezin Halît Dogan û Serokê Bajêr yê AK Partiyê Mehmet Kose jî beşdarî bernameyê bûn.

Piştî fîşekên hewayî keştiyên masîgiran ên biçûk bi duayan bi rê ketin ku masiyan bigirin.

Li Sînop û Orduyê jî ji bo destpêka demsalê merasim hatin lidarxistin, rayedar, masîgir û welatî beşdarî merasiman bûn û dia hatin kirin ku ev demsal bi bereket be.

Çavkanî: AA