Giştî

Mûtehîtê Sîteya Galeriayê mir

Mûtahîtê Sîteya Galeriayê a Amedê ku di erdhêja 6 sibatê de hilweşiya û ji 89 kesan re bû gor, krîza dil derbas kir û mir.

AMED TIMES-Mûtahîtê Sîteya Galeriayê ku di erdhêjê de ji 89 kesan re bû gor, li hepsê krîza dil derbas kir û mir.

6ê Sibatê ya sala 2023yan de erdhêja Mereşê de bolgeke Sîteya Galieriayê ya Amedê jî hilweşiyabû, mûtahît Sedat Eser doza erdhêjê de 17  sal û 6 meh ceza lê hatibû dayin, di 5ê tîrmehê de li Girtîgeha Sîncanê de kriza dil derbas kir û wî rakirîbûn nexweşxaneyê.

Sedat Eser li Nexweşaneya Enqerê ya Etlîkê tedawî didît û li wir mir.