AMEDTIMES- Serjimariya Taxa Bagcilarê ji 150 hezarî zêdetir bûye. Muxtarê Bagcilarê di van çend mehên dawiyê de nikare ji cihê xwe bilebite.

Ji ber ku ji şêniyên taxa wî re bi hezaran dosyayên îcrayê hatine şandin. Şêniyên ku nekarîne deynê xwe yên krediyê yan jî deynekî din ê bankê bidin ketine ber îcrayê.

Telîs, dolab, refik û ser maseya muxtariyê tije dosya bûne. Muxtar neçar e her kêlî li cihê xwe be ku şêniyên wî bên dosyayên xwe yên îcrayê hildin.

Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn Dûpişk digirtin, 387 hezar lîre ceza lê hat birîn

“Milet perîşan dibe bi van kaxizan”

Muxtarê Taxa Bagcilarê Şêxmûs Şîrdenlî got:

Milet perîşan dibe bi van kaxizan. Îcar perîşaniya wan em jî dikişînin.

Ne ji van kaxizan be em dê bi kêmasiyên taxê re eleqedar bibin û bibin li şaredariyan bigerînin. Me dê karê xwe xweştir bikira.

Eger ne ji van kaxizan bûya em dê zêdetir bikaribûna bi pîr û kalên xwe re, bi hejarên xwe re eleqedar bibûna.

Mixabin heta êvarê îşê me bûye ev kaxiz. Di sala 2015an de hejmara dosyayên ku ketibûn ber îcrayê 26 milyon û 177 hezar û 169 bûye.

Lê di nava 9 salan de 12 milyonê din lê zêde bûye û di 2024an de ev hejmar gihiştiye 38 milyonî.

Piraniya van deynan jî yên kartên krediyê ne. Eger welatî deynên xwe nedin dê mal û milkên wan ji aliyê bankayan ve bêne desteserkirin.

“Hebe em dê bidin, tunebe ji xwe em nadin”

Karkerê Avahîsaziyê Zilfî Ataş wiha anî ziman, “Hebe em dê bidin, tunebe ji xwe em nadin.

Carna em bi kar tînin, carna heye, carna tune ye. Ji ber vê yekê dema tunebe faîz pir tê serê.”

Malnişîn Evdila Kiliç got, “Ez vê gavê deyndar im. Mesela mûçeya min têr nake ez kartê bi kar tînim.”

Dikandar Ehmed Birguler diyar kir “Her meh em dikevin bin deynan.

“Îro deh hezar be hefteyeke din bi faîzê re dibe 20 hezar lîre”

Di nêz de em jî dê nikaribin deynê kartên krediye bidin û em jî dê bikevin bin îcrayê.

Dergevan Bazîd Kizilay wiha axivî, “Îcra tê, dikevin faîzê. Îro deh hezar be hefteyek din bi faîzê re dibe 20 hezar lîre. Em nikarin deh hezar bidin em ê çawa wî 20 hezarî bidin?

Li Tirkiye  121 milyon kartên krediyê hene

Li Tirkiyeyê 86 milyon kes dijîn. Lê hejmara kartên krediyê gihiştiye 121 milyon û 500 hezarî.

Serê her karteke krediye 22 hezar û 500 lîre deyn heye. Ev yek rewşa enflasyona Tirkiyeyê û giraniya li bazarê bi awayekî zelal nîşan dide.