Giştî

Parêzerê sonda xwe bi Kurdî xwaribû: Baroyê daxuyanî da

Baroya Amedê li ser Parêzer Bermal Yildenîza ku sonda xwe bi Kurdî xwaribû daxuyaniyek da.

AMEDTIMES- Parêzer Bermal Yildenîzê piştî ku staja xwe xelas kir sonda xwe ya yasayî berê bi Kurdî, paşê bi Tirkî xwaribû û dest bi karê xwe kiribû.

Baroya Amedê paşê vîdeoya dema Bermal Yildenîz bi Kurdî sond dixwe belav kiribû.

Ev vîdeoyê di demeke kurt de li ser torên civakî bû rojev û nijadperastên Tirk Bermal Yildenîz û Baroya Amedê kirin hedef.

“Bêtemuliya li hemberî Kurdî ye”

Baroya Amedê destnîşan kir ku ev helwest bêhemeluya li hemberî Kurdiyê nîşan dide û got:

“Van êrişan bêtemuliya li hemberî zimanê Kurdî careke din nîşan daye.

Astengikirin û kiryarên cihêkar ên ku nehêlin Kurdî li Tirkiyeyê li qadên giştî were bikaranîn bi salan e berdewam dikin.

Em ji raya giştî re didin zanîn ku em êrişên nijadperastî û rikê yên li ser hevpîşeya xwe şermezar dikin û behemuliya li hemberî Kurdiyê jî qebûl nakin.”

Bi Tirkî jî sond xwariye

Baroya Amedê diyar kir ku Bermal Yildenîzê sonda xwe bi Tirkî jî xwariye û ruxsata xwe ya parêzeriyê sitandiye.