Giştî

Rektorê Zanîngeha Dîcleyê diyar bû

Li gorî wezîfedarkirinên Rojnameya Fermî ya Tirkîyeyê rektorê Zanîngeha Dîcleyê birayê wekilê berê ya Ak Partîyê Oya Eronat Prof.Dr. Kamûran Eronat bû.

AMED TIMED- Bi îmzaya serokkomar Receb Tayîb Erdogan biryarên wezîfedarkirinan bi qanûna 32634 li Rojnameya Fermî de hat qebûlkirin. Her wiha 16 gerînendeyên ewlehiyê jî ji kar hatin vekişandin û derbazê Enqereyê bûn û wezîfedarkirinên nû yên cendirme û ewlehiyê jî di van biryaran de heye.

Li gor wezîfedarkirinên nû tevî Zanîngeha Dîcleyê rektorên çendîn zanîngehan jî guherî.