AMEDTIMES- Fîdan di civîna çapemeniyê ya hevpar de ku duh bi Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fûad Hisên re piştî 4emîn Civîna Mekanîzmaya Bilind a Ewlekariyê ya Tirkiye û Îraqê li Wezara Karên Derve hat lidarxistin de axivî.
Fîdan di civînê de bal kişand ser sepana vîzeyê ya ku Tirkiye ji bo welatiyên Îraqê dike û wiha got, "Me biryar de em serbestiya vîzeyê ya ji bo xwîşk û birayên xwe yên Îraqî yên ji 15 salî biçûktir û ji 50 salî mezintir ku dema Serokomarê me çûbû Bexdayê mitabiq mabûn, ji 1ê Îlonê pê ve bidin destpêkirin."