AMEDTIMES- Germa herî zêde bi 45,9 pileyan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat tomarkirin.

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyeyê Murat Kurum li ser hesabê xwe yê medyaya civakî amarên derbarê germa tîrmeha îsal de belav kirin.

Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e Serokomar Erdogan: Piştgirî û baweriya me ya bo OVPyê tam e

Kurum ragihand ku li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê, Tirkiye  îsal Tîrmeha herî germ a 53 salên dawî derbas kirine.

Bi gotina Murat Kurum, di tîrmehê de germa herî zêde bi 45,9 pile li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ye û germa herî kêm jî bi 5,2 pileyan li Erziromê hatiye tomarkirin.

Li aliyê din, Kurum ragihand ku dê pileya germê ji duşema bê û pê ve li seranserê Tirkiye zêdetir bibe.

Herwiha Kurum ji welatiyan xwest ku tedbîrên pêwîst wergirin.

Cizîree

Çavkanî: Navenda Nûçeyan