Giştî

Zêr û dolar ji rekoran têr nabin: Dolar bi ser 34an ket

Dolar di dîroka xwe de cara ewil bi ser 34 lîreyan ket ku ev jî rekoreke nipînû ye.

AMEDTIMES- Dolar îro li bazaran gihişt 34,00150 lîreyên Tirkî. Ne tenê dolar, zêr jî li pey rekorên xwe diçe.

Grameke zêr îro 2 hezar û 800 lîre derbas kir û ev jî rekoreke nû ye. Zêrker îro zêran bi van bihayan difiroşin:

Gram

Kirîn: 2 hezar û 725 lîre

Firotin: 2 hezar û 803 lîre

Zêrê Çaryek

Kirîn: 4 hezar û 505 lîre

Firotin: 4 hezar û 570 lîre

Zêrê Tam

Kirîn: 18 hezar û 49 lîre

Firotin: 18 hezar û 214 lîre

Banka Navendî ya Tirkiyeyê doh destnîşan kiribû ku xwesteka li ser dovîzê zêde bûye.