AMED TIMES - Tima futbolê Amedspor, di sezona nû û lîga nû de derdikeve yekemîn hevrikiyê. Amedspor di hefteya yekem de, bi tîma futbolê ya Stembolê Fatîh Karagumrukê re, li Satadyûma Olimpiyatê ya Stembolê, di demjimêr 19:15an de tê beramberî hev.

Hakemiya wê hevrikiyê dê hakemê Lîga Super a Tirkiyê Kadîr Saglam bike. 

Li gor lîsteya hakemên hevrikiyên vî hefteyê ku ji aliyê TFFê ve hatiye ragihandin, yekem hevrikiya Amedsporê dê ji aliyê hakemê Super Lîgê Kadîr Saglam ve bê birêvebirin. 

Amedspor sala borî derketibû Lîga 1 a TFFê û îsal jî dê ji bo ku derbikeve Lîga Super a Tirkiyê hewlan bide. 

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

Di hevrikiya ku li Stembolê bê leyîstîn de, alîkariya Kadîr Saglam jî dîsa hakemên pispor yên Super Lîgê Kadîr Beyaz, Hasan Erdogan û Fatîh Tokalî bikin. 

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN