AMED TIMES- Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emrullah Gorduk, derbarê vê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

“Li bajarê me hinek kes xelkê dixapînin”

Di daxuyaniyê de welatiyên ku dixwazin di şaredariyê de bixebitin hatine hişyarkirin û wiha hatiye gotin:

“Ev demek e li bajarê me hinek kes xelkê dixapînin.

Ji xelkê re dibêjin dê di bin banê şaredariyê de hinek kesan bixin kar û ew dikarin ji bo vê yekê navbeynkariyê bikin.

Li gorî agahiyên ku gihiştine ber destê me, ev kes an jî kom bi vê îdiayê ji kesên ku dixwazin di şaredariyê de bikevin kar pereyan distînin.

Tu eleqeya saziya me bi van tiştan tune û em bang li xelkê dikin ku li hemberî van sextekariyan hişyar bin.”

“Bila kes guh nede van kesan”

Emrullah Gorduk di daxuyaniyê de bal kişand ku van sextekaran belgeyeke sexte amade kiriye û di vê belgeye de wêneyên Hevşaredar Sera Bucak, Dogan Hatun û logoya şaredariyê jî bi cih kirine.

Cîhanê meha tebaxê ya herî germ a dîrokê bi rê kir Cîhanê meha tebaxê ya herî germ a dîrokê bi rê kir

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Bila kes guh nede van kesan û li hemberî sextekariyê hişyar bin.

Çavkanî: Navendda Nûçeyan