AMED TIMES- Mesud Barzanî li navçeya Pîrmamê li avahiya Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) pêşvaziya serokê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu kir. Serokê Partiya Demokratî Kurdistanê(PDK) Mesud Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlerê avahiya PDKyê pêşvaziya Zekeriya Yapıcıoğlu kir. Ji bo hevdîtinê nirixandina li ser têkiliya her du aliyan û pêkhatinên herêmê hat kirin.

 Ji Barzanî û Yapıcıoğlu hevdîtinek krîtîk

Serokê giştî ya HÜDA PAR Zekeriya Yapıcıoğlu li ser hevdîtînê li ser hesabê xwe yê Xê ‘’Em li Hewlêrê bi Serokê giştî ya Partiya Demokratî Kurdistanê birêz Mesud Barzanî hevdîtinek pêk anî. Têkiliya her dua liyan û pêkhatinên li herêmê di hevdîtinê de hat nirixandin, hevdîtina me serkeftî bû.

Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye? Li Efxanistanê rewşa jinebiyan çawa ye?

"Ji bo pêşvaziya germ ez spasiya xwe peşkeş dikim’’

Piştî hevditînê Yapıcıoğlu qayilbûna xwe ya ji bo pêşvazî û mazuvaniya Barzanî anî zimên û got ku: ‘’B A R Z A N Î1Ji ber pêşvaziya germ û mazuvaniya wan a ji dil ez spasiya xwe pêşkeşê birêz Serok dikim.’’

Çavkanî: Navenda Nûçeyan