AMED TIMES - Ji aliyê Qaymeqamiya Çinar a navçeya Amedê (Diyarbekirê) ve hat ragihandin ku dê li Kela Zerzewanê çalakiya seyrkirina barîna metoran û gerstêrkan îsa jî bê berdewam kirin.

Çalakiya li Kela Zêrzewanê ya ku 3 hezar sal dîroka wê heye, her sal di meha tebaxê de tê lidar xistin îsal jî dê di 12'ê Tebaxê de bê kirin.

Meteor YagmuruHer sal bi beşdariya girseyî tê lidar xistin

Heman çalakî sala borî jî di 13ê Tebaxê de bi beşdariya bi hezaran kesên ku ji Amedê, bajarên derdor, bajarên Tirkiyê û welatên din hatibûn hat lidar xisin. 

Çalakî, dê ji aliyê Qaymeqamiya Çinarê û Komeleya Lêkolîn û  Bipêşxistina Ciwanan a Navneteweyî ve bê organîze kirin.

Çalakiya ku bangeşiya wê, bi şiyara "mîndera xwe bigire û were" hatiye kirin, di şeva ku 12ê Tebaxê bi 13ê tebaxê ve girêdide de, di navbera demjimêr 12:00-2:00an de bê lidar xistin. 

Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin Cristiano Ronaldo di dîroka futbolê da bû yekemîn futbolîzê ku 900 gol avêtin

Çavkanî: NAVENDA NÛÇEYAN