AMED TIMES – Li navçeya Sirucê ya parêzgehê Rihayê parlemantorê berê yê Ak Partiyê İbrahim Halil Yıldız bi meriv û parêzvanên  xwe ve di 14ê hezîranê ya 2018an de êrişê malbata Şenyaşarê kirîbûn, di wê êrişê de du kur û zilamê Emîne Şenyaşarê hatibû kuştin û kurekî wê jî li girtîgehê de ye. Emîne Şenyaşar li ber Adlîyeya Rihayê  sala 2021an 9ê Adarê de dest bi nobeda edaletê kir û piştî demekê jî nobeda xwe li ber Meclîsê berdewam kir.

Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin Li Midyadê otomobîla ku agir pê ket hat vemirandin

Numan Kurtulmuş ji bo nobeda Emîne Şenyaşarê telefonê kurê wê  yê parlamentorê Dem Partiyê Ferit Şenyaşar kir ku dêya wê nobeda xwe bi dawî bike û got ku ''ew nobed navê Meclîsê xirab dike.'' Parlemantorê Dem Partiyê jî ji Numan Kurtulmuş xwest ku hevdîtinek amade bike bo serokkomar, Kurtulmuş jî qebûl kirîbû û soz dabû ku ew bi xwe însîyatîfê bigre bo hevdîtînê.

Gor nûçeya Gazete Duvarê li Şenyaşar vegeriyane, şewirmendê serokkomar Yalçın Akdoğan randevuyek dê eyar bike.

Emîne Şenyaşar jî got ku ‘’ Ez êdî dimirim dadgeh biryarek adîlane nade. Ez dixwazim edalet bi cî be, ez dixwazim kurê min were berdan, ez ê vegerim mala xwe.’’ Û wiha berdewam kir ‘’ Emine Erdoğan jî dayik e gelo denge min nabihîze?’’

Çavkanî: Gazete Duvar