AMED TIMES – Şarederiya Farqînê ya di deste Dem Partiyê de ye dê kreş abi kurdî veke.

Şaredariya Farqînê ragihand ku ‘’Ji biryara civîna tebaxê ya Meclîsa Şaredariya me dê rojên pêş de em ê kreşeke bi zimanê Kurdî perwerdeyê bide dê vekin.’’ Gor agahiyê kreş bala xwe bide zimanê zikmakî û werê bike ku zarok di piçûkatiya xwe de zimanê zikmakê bielimin. Ji bilî perwerdeya zimanî, lîstikên perwerdeyî ku ji bo zarok  bielimînin hin huneran dê di kreşe de hebin.

 Hevserokê Şarederiya Farqînê çend tiştan diyar kir

Esen got ku wexta ew şaredarî girtin Şaredarî di bin deynên giran de bû û du serde mdi deste qeyuman de bû, ji ber vê yeke jî saziyên ku xizmeta çand û zimanê dikirin hatin girtin.

 “Me Şaredarî kir du zimanî”

Esen got ku ‘’Roja ewil ku em hatin şaredariyê me şaredarî kir du zimanî. Em karen xwe yên fermî bi Tirkî çêdikin lê wekî din dîyaloga me ya civakê û malperên me yên civakî jî bi du zimanan xizmetê dide. Naha jî em ji bo ku xebatên xwe bikin fermî dişuxilin.’’

Esen diyar kir ku berê pêşdibistanek bi Kurdî perwerde dida hebûye lê wexta şaredarî ketiye deste qeyuman pêşdibistan girêdayê Wezareta Perwerdeyê kirine û naha jî ji ber ku doz lê hatiye vekirin ne di deste wan de ye.

Biryara kreşe her çiqas naha ji meclîsê derbas bibe jî ji ber ku gelek avahiyên aîdê şaredariyê bûn dane saziyên dewletê ji ber vê ji bo kreşe naha cîh digerin.

Û Esen got ku ew kreş ji bo hemû zarokan e û bêpere ye.

Cîhanê meha tebaxê ya herî germ a dîrokê bi rê kir Cîhanê meha tebaxê ya herî germ a dîrokê bi rê kir

 “Daxwaza me navên sembola Kurdan bibe”

Qardî Esen got ku li Farqînê navê qada Kiliçaslanê guherandin kirin “Rindêxan” û werê dewam kir:

Ev qad berê du salan di serdema qeyuman de hat çêkirin û ew wî navê tercih kirin. Lêbelê li Farqînê Kurd dijîn ji bo vê jî me xwest ku navê tax, cade, kolan û qadên me bi navên Kurdî yên sembola me Kurdan diyar bike bibe baştir e, me navê Rindêxan lê kir.

Lêbelê divê were pesendkirin li navçeyan meqama herî bilind qeymeqamtî ye divê ew jî veya pesend bike ku bi fermî nav were guhertin.

Ji bo gundan tabelayên bi Kurdî

Esen diyar kir û got ‘’Me biryar da ku navên gundên xwe, çiyayên xwe, deştên xwe û çavkaniyên xwe re tabelayên bi kurdî daliqînin. Çawa ku me tabelayên Tirkî, Kurdî û Îngilizî li destpêka bajêr daliqandiye navên Kurdî an jî ji zimanên din ên qedîm tabelayan daliqînin û navên berê yên gundan li wan tabelayan bin.